Banka Cîhanî piştevaniya xwe ji Hikûmeta Kurdistanê re ragihand

Dîrektorê Herêmî yê Banka Cîhanî Saroj Kumar aşkere kir ku ew karnameya Hikûmeta Kurdistanê serkeftî dibînin û piştevaniya Banka Cîhanî ji hikûmeta Kurdistanê re ragihand.

Dîrektorê Herêmî yê Banka Cîhanî Saroj Kumar aşkere kir ku ew karnameya Hikûmeta Kurdistanê serkeftî dibînin û piştevaniya Banka Cîhanî ji hikûmeta Kurdistanê re ragihand.


 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Hewlêrê, pêşwazî li Dîrektorê Herêmî yê Banka Cîhanî Saroj Kumar kir. Nûnerê Banka Cîhanî yê Iraqê Remzî Niman jî di hevdîtinê de amade bû.


 

Dîrektorê Herêmî yê Banka Cîhanî Saroj Kumar di wê hevdîtinê de aşkere kir ku ew karname û planên Hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftî dibînin û ragihand ku ew kêfxweş in bo cîbicîkirina wê bernameyê bi Hikûmeta Kurdistanê re kar bikin.


 

Nûnerê Banka Cîhanî yê Iraqê Remzî Niman jî diyar kir ku pisporên Banka Navendî amade ne bên Herêma Kurdistanê û di serî de mijara çaksaziyan, piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê bikin.


 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di hevdîtinê de ji ber piştevaniya wê spasiya Banka Cîhanî kir û diyar kir ew kêfxweş in ku saziyeke girîng a weke Banka Cîhanî piştgiriya karnameya hikûmetê dike.

 

Mesrûr Barzanî herwiha got, “Bi piştevaniya dostên me, em dixwazin aboriya Kurdistanê pêş bixin ku ne tenê girêdayî sektorekê be û em dixwazin bi girîngîpêdana bo cotyarî, pîşesazî û geştyariyê, derfetên baş bo karsazên xwecihî û biyanî pêk bînin û bi vî awayî weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bêyî cudahiyekê xizmeta hemwelatiyan bikin.”

 

  

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn