BANGEWAZÎ: Şerê Birakujî Xwekujî ye !

.

Nûçeya ku doh belav bû, di navbera Partîya Komeleya Zahmetkêşanî Kurdistan û Komeleya Şoreşgeranî Kurdistan de şer û pevçûn rû daye û di wê pevçûnê da 2 peşmerge jîyana xwe ji dest dane û du jî birîndar in.

Ev bûyera ku di navbera herdu alîyan da rû daye ji bo çi dibe bila bibe tu caran ne rewa ye û nayê qebûlkirin û gelê Kurd bi tevayî ji bo wê bûyerê xemgin û dilgiran e , li cem gelê kurd birakujî xêza Sore.

Wek tê zanîn ku pirtir ji salekê tevahîya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê li hember rejîma xwînxar û xwînmij a rejîma Îranê li ser pîyan e û berxwedanek bê hempa bi rêvedibe. Rejîma sitemkar ya Îranê li hember vê serhildanê ketiye nav tengasîyek mezin. Gelê Kurd daxwaz dike ku li hember rejîma xwînxar yekîtî û hevxebat hebe lê mixabin di vê rewşa zîz û hesas da di navbera herdu partîyên Kurdistanî de ev bûyera xemginîyê rû dide.

Em wek Hevkarîya Partîyên Kurdistanî li Almanya bangî Komeleya Zahmetkêşanî Kurdistan û Komeleya Şoroşgeranî Kurdistan dikin ku pirsgirêk û nakokîyên navxweyî bi hevditinê û bi guftugoyê çareser bikin û rê nedin ku ev bûyera mezin bibe. Îro ji her demê pirtir pewîstî bi tevxebat û yekîtîya nav mala Kurdan heye.

Wek tê zanîn, tevgera azadîxwaza Kurdistanê ji ber şerê navxeyî zirarek mezin dîtiye. Ji ber wê jî em dibên şer û pevçûna nav Kurdan xwekuştin e tu caran xizmeta gelê Kurd nake. Yên ku qezenc dikin dagîrker in.

Bimre şerê navxweyî !

Ji şerê birakujî ra na !

Hevkarîya Partîyên Kurdistanî li Almanya

Kolin 23.6.2023

Kurdistan Haberleri

Ji bo Kirmanckî gava standardkirinê: Zêdetirî 600 terman hatin qeydkirin
Ebdulsetar Mecîd: Helwesta herî baş vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê ye
Cilên Kurdan û strana Kurdî xalîçeya sor a Venedîkê xemiland
Avan Cemal: Ez dixwazim cîhan asta karê Kurdan bibîne
Şeşo: Îraqê mehekê dem daye komên girêdayî PKKê ku ji Şengalê derbikevin