Beriya hilbijartinên giştî yên Îraqê, ji navçeya Çemçemalê ya i Silêmaniyê bangeke girîng ji bo dengderên Kerkûkê hat kirin.
Komîteya Ewlehiyê ya Qaymeqamtiya Çemçemalê ji nêzîkî 43 hezar kesên ku li navçeyê niştecî ne û mafê wan ê dengdanê li Kerkûkê heye kir xwest ku ji bo bikaranîna dengê xwe bi lezgînî vegerin Kerkûkê.
Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan ji Rûdawê re got, "Li navçeya me 43 hezar dengderên Kerkûkê dijîn.
Em wan vedixwînin ku di demeke herî kin de vegerin Kerkûkê û beşdarî hilbijartinên giştî bibin."
Garantî ji bo ewlehiya can û mal
Remek Remezan derbarê ewlhiya xelkê jî got, "Em garantiyê didin welatiyên xwe ku ewlehiya can û malê wan dê ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve bê parastin.
Ew dikarin bi rehetî biçin Kerkûkê û dengê xwe bi kar bînin."
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn bên lidarxistin.
Hat diyarkirin ku armanca vê banga beriya hilbijartinê ew e ku beşdariya dengderên Kerkûkê yên li Çemçemalê dijîn li sindoqan zêde bike.
Komîteya Ewlehiyê jî piştgirî da bangê
Komîteya Ewlehiyê ya Çemçemalê jî bi belavkirina daxuyaniyekê piştgirî da vê bangê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hemû wan malbatên ku mafê wan ê dengdanê li Kerkûkê heye û li Çemçemalê niştecî ne, agahdar dikin, ji îro pê ve ew dikarin ji bo dengdanê vegerin.
Di vê pêvajoyê de dê hemû hêzên ewlehiyê li ser kar bin û ewlehiya can û malê welatiyan dê bê misogerkirin."
Di daxuyaniyê de herwiha hat tekezkirin ku ligel yekîneyên ewlehiyê, hêzên ewlehiyê yên li herêma rojavayê Silêmaniyê jî dê li navenda navçeya Çemçemalê û nahiyeyên derdorê bi berdewamî dewriyan bigerînin da ku rê li ber bûyerên nexwestî bigirin.