BANE - Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

.

 Li herêneke sînorî ya bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekê Kurd bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hat kuştin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê berê sibeha îro li herêmeke sînorî ya bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê gule li  welatiyekî Kurd reşandin.

Di encama gulebaranê de welatiyê Kurd ê bi navê Mutelîb Xeyberî canê xwe ji dest da.

"Bêyî hişyariyê gule berdan"

Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê li ser bûyerê ragihand:

"Hêzên Îranê li sînorê Çomanê ew kes bêyî hişyariya pêşwext û bi hinceta veguhastina kel û pelên qaçax da ber guleyan û kuşt."

Ajansa Kurdpayê amaje bi wê yekê kir, dema ku hêzên Îranê gule berî Mutelib Xeyberî dan ti kel û pelên qaçax pê re nebûn.

Termê welatiyê Kurd veguhastine Nexweşxaneya Baneyê.

Li gorî zanyariyan, termê wî heta niha radestî malbata wî nekirine.

Bavê du zarokan bû

Mutelib Xeyberî ji gundê Saliyê yê Baneyê ye. Ew zewicî bû û bavê du zarokan bû.

Li aliyê din, 25ê Gulana 2026an jî kolberekî xelkê Serdeştê yê bi navê Qazî Kawanî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû kuştin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, par li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê 26 kolber bi guleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 31 kolber jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir