BANE - Îranê gule li kolberan reşandin: Rêbiwarê 38 salî hat kuştin

.

 Hêzên ewlehiyê yên Îranê li herêmên sînorî yên Baneyê gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberekî bi navê Rêbiwar Mihemedzade canê xwe ji dest da.

Rêbiwar Mihemedzadeyê 38 salî, zewicî bû û bavê 2 zarokan bû û ji gundê Sîpîdarê yê bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Kolberekî ku bi Rêbiwar Mihemedzade re bûye ji rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê re gotiye ku hêzên Îranê bêyî hişyariyeke pêşwext gule li wan reşandine.

Bûyer li sînorê Sûr Kêwê yê Baneyê qewimiye û termê Rêbiwar Mihemedzade ji bo Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbiyê ya li Baneyê hatiye veguhestin.

Hêzên Îranê 25ê Îlona 2025an jî li herêmên sînorî yên Baneyê gule li hejmarek kolberan reşandibûn û di encamê de kolberekî bi navê Qasim Ezîzî canê xwe ji dest dabû.

Li gorî amarên Kolber Newsê, di 6 mehên ewil ên sala 2025an de herî kêm 30 kolber li Urmiye, Sine û Kirmaşanê hatine kuştin ku 13 ji wan bi guleyên hêzên Îranê bûne.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin