Balyozxaneya Tirkiyeyê hişyariyeke tund da welatiyên xwe li Iraqê

.

Balyozxaneya Tirkiyeyê li Bexdayê ji ber alozî û geşedanên leşkerî yên li navçeyê, hişyariyeke "sor" da welatiyên xwe yên li Iraqê û daxwaz kir ku ji cihên qerebalix û navendên stratejîk dûr bikevin.

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê îro 26ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, rewşa ewlehiyê ya Iraqê rasterast di bin bandora girjiyên navçeyê de ye. Balyozxaneyê bang li hemû welatiyên xwe kir ku di asta herî bilind de hişyar bin û xwe ji qadên qerebalix û cihên kombûnê yên li seranserê Iraqê biparêzin. 

Deverên ku xeternak hatine ragihandin

Di hişyariya balyozxaneyê de bi taybetî daxwaz hat kirin ku welatî ji van deveran dûr bikevin:

- Herêma Kesk ya li Bexdayê û hemû qadên ku xwepêşandan lê tên kirin.

- Firokehaneya Navdewletî ya Bexdayê û derdora wê.

- Hemû ew cih û navendên ku biyanî lê zêde ne.

- Herêmên leşkerî û binesaziyên enerjiyê yên mîna zeviyên petrolê.

- Taxên niştecihbûnê yên li bajarên Mûsil, Kerkûk û Besrayê.

Rêya bejayî û Dergehê Îbrahîm Xelîl vekirî ye

Balyozxaneyê bal kişand ser wê yekê ku ji 28ê Sibata 2026an ve qada asmanî ya Iraqê hatiye girtin û geştên asmanî nayên kirin. Lê belê hat destnîşankirin ku rêyên bejayî û bi taybetî Dergehê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl hîn jî vekirî ne. Welatiyên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê, dikarin bi rêya bejayî û bi şertê rênimayên ewlehiyê derbasî Tirkiyeyê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Balyozxaneya Tirkiyeyê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku heta ne neçar bin, di vê demê de bi ti awayî geştan ber bi Iraqê ve nekin û bi berdewamî peyamên fermî yên balyozxaneyê bişopînin.

Siyaset Haberleri

Dron li tankera Tirkiyeyê ket
Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî hat bombebarankirin
Tirkiyeyê leşkerên xwe yên li Bexdayê vekişandin
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Demildest ji Îraqê derkevin
Îsraîl: Me Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran kuşt