Balyozê Afrîkaya Başûr ê Parîsê Nkosinathi Emmanuel Mthethwa yê ku ji doh ve winda bû, termê wî li Parîsa paytexta Fransayê hat dîtin.
Li gorî nûçeyên medyaya navxweyî, hevjîna Mthethwa, Philisiwe Buthelezi, piştî ku doh peyameke dilgiraniyê ji balyoz wergirt, rewş ragihand ewlehiyê û gilî kir.
Polîsan li Daristana Boulogne lêgerîn kir, cihê ku doh herî dawî saet di 15:00an de sînyala telefona Mthethwa lê hatibû tesbîtkirin û guman dihat kirin ku wî xwe kuştibe.
Dozgeriya Parîsê ragihand ku termê Mthethwayê 58 salî yê ku ji doh ve dihat lêgerîn, li ber otêleke li herêma 17emîn a Parîsê hatiye dîtin.
Derbarê mirina Mthethwa de dest bi lêpirsîn hat kirin û li ser îhtimala ku balyoz ji qata 22yan a otelê xwe avêtibe, tê sekinandin.
Daxuyaniya Afrîkaya Başûr
Wezareta Pêwendiyên Navneteweyî û Hevkariyê ya Afrîkaya Başûr, derbarê mirina Balyoz Nkosinathi Emmanuel Mthethwa de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta Afrîkaya Başûr ji ber mirina Balyoz Mthethwa gelekî xemgîn û bi keder e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mthethwa dewletmedarekî ku bi wezîfeyên xwe yên wekî Wezareta Polîsan, Wezareta Werziş, Huner û Çandê û her wiha endamtiya Komîteya Organîzasyonê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2010an xizmeteke girîng ji bo raya giştî kiriye û hat gotin:
"Pabendbûna wî ya bi xizmeta giştî re di tevahiya jiyana wî de, bi beşdariyên wî yên demdirêj ên di organên herî bilind ên biryardanê yên Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) de jî diyar bû."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mthethwayê ku ji Kanûna Pêşîn a 2023yan ve Balyozê Afrîkaya Başûr ê Parîsê bû, rewşa mirina wî ji aliyê rayedarên Fransî ve tê lêkolînkirin û wiha hat gotin:
"Hikûmeta Afrîkaya Başûr di vê dema xemgîniya mezin de, sersaxiyên xwe yên herî kûr û ji dil pêşkêşî malbat, dost û hevkarên Balyoz Mthethwa dike.
Balyoz, li pey xwe hevjîn û zarokên xwe hiştin. Em mîrateya ku wî bi welatparêziya xwe ya bêdawî û xizmeta ji bo neteweya me hiştiye, bi rêzdarî bi bîr tînin."