Balyozê Îsraîlê: Tirkiyê li Sûriyê xeta sor derbas kir

.

Balyozê Îsraîlê yê DYAyê Yechiel Leiter di hevpeyvîna ligel rojnameya The Jerusalem Postê de ragihand ku êrîşa wan a li ser firokxaneya leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya Sûriyeyê piştî wê yekê hat ku zanyariyên îstixbartî nîşan dan ku Tirkiye dixwaze hebûna xwe ya leşkerî li wir bi awayekî berbiçav fireh bike.

Leiter tekez kir ku ev gav ji bo Tel Evîvê "derbaskirina xeta sor" e û wan berê hişyarî dabû aliyên peywendîdar ku ev hewldan li dijî hevfehmkirinên heyî yên ji bo parastina statuya leşkerî ye.

Balyozê Îsraîlî diyar kir ku ew ne li pey gurkirina aloziyê yan şerê bi Tirkiye û Sûriyeyê re ne û ji bo diyalogê amade ne, lê hişyarî da ku hebûna rêberên Hamasê û piştgirîkirina rêxistinên din li Tirkiyeyê rê li ber aramiya herêmê digire.

Leiter destnîşan kir ku nabe Tirkiye hem van komikan li cem xwe bihewîne û hem jî hewldana firehkirina bandora xwe ya leşkerî li ser axa Sûriyeyê bike.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand