Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq di daxuyaniyeke nû de rewabûna hebûna hêzên hevpeyman parast û rexneyên tund li hinek aliyên di nav Heşdî Şebiyê de girtin.
Irfan Siddiq her wiha da zanîn ku ew kom mijûlî çewsandin û bêzarkirina xelkê ne.
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq derbarê rewşa ewlehî û siyasî ya Îraqê ji medyaya Erebistana Siûdî re axivî û anî zimên:
"Ez fêm nakim ew kîjan alî ye ku hêzên hevpeyman li Îraqê wekî hêzên dagirker dibîne û banga berxwedanê ya li dijî wan dike."
"Hebûna Amerîkayê rewa û yasayî ye"
Balyozê Brîtanyayê bal kişand ser wê yekê ku hebûna Amerîkayê ya li Îraqê "rewa û yasayî ye".
Siddiq diyar kir ku ev yek li ser bingeha vexwendineke fermî ya ji aliyê hikûmeta Îraqê ve pêk hatiye û pê de çû:
"Em rêzê li rola Heşdî Şebiyê ya di şerê li dijî terorê de digirin lê belê rêzgirtina li rola Hevpeymanan li ku ye?"
"Milîs bûne mafya"
Irfan Siddiq derbarê tevgera komên çekdar de, hinek milîsên nav Heşdî Şebiyê bi tundê rexne kir û got:
"Pirsgirêka milîsên nav Heşdî Şebiyê ne tenê bi operasyonên koman ve girêdayî ye, ew kiryarên çewsandin û zextê jî li xwe digirin."
Balyozê Brîtanyayê di dawiya axaftina xwe de pênaseyeke tund ji bo wan koman bi kar anî û ragihand ku milîsên di nav Heşdî Şebiyê de "bûne mafya".
Ev daxuyanî di demekê de tên ku hikûmeta nû ya Îraqê ji bo rêkxistina çekan a di destê dewletê de di bin zexteke mezin de ye.
Hikûmeta Îraqê hewl dide bi wan komên ku wekî “wekîlên Îranê” tên binavkirin re bide û bistîne.
Ev yek nîşaneya tundbûna zextên dîplomatîk ên Amerîkayê ye li ser wan aliyên ku London û Washington wan wekî metirsî li ser aramiya Îraqê dibînin.