Balyozê Amerîkayê: Gefên Îranê yên li Herêma Kurdistanê dê biqedin

.

Namo Ebdullah 

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz ragihand ku ew dê ji bo parastina Herêma Kurdistanê "tedbîrên guncav" bigirin ber xwe.

Mike Waltz beriya vê postê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê bû. 

Wî ji Rûdawê re eşkere kir ku Amerîka bi hilweşandina kargehên dronan û embarên mûşekan ên Îranê karê pêwîst dike.

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz pirsên Rûdawê yên derbarê rewşa herêmê bersivandin.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê rûbirûyî çendîn êrişên dronan bûye ji aliyê wan hêzên çekdar ve ku alîgirên Îranê ne li Îraqê. Her wiha bê guman Konsulxaneya Amerîkayê jî. Gelo Amerîka difikire ku ji bo bihêzkirina pergalên parastinê yên Herêma Kurdistanê pêngavên zêdetir biavêje? Çima hûn karê pêwîst nakin ji bo piştgirîkirina parastina Herêma Kurdistanê?

Mike Waltz: Ez bi wê nêrînê re ne hevnêr im ku dibêje em karê pêwîst nakin. Ev Amerîka ye ku kargehên dronan ên Îranê têk dişikîne. Ev Amerîka ye ku platformên avêtina mûşekan û embarên mûşekan ên wan ji nav dibe. 

Ev Amerîka bû ku di dawiyê de got "êdî bes e" li hemberî rejîmeke ku êrişî cîranên xwe dike, êrişî welatên Kendavê, xelkê sivîl, hotêlan, bendergehan û balafirgehan dike.

Rejîma Îranê nêzîkî 50 sal e ku ev herêm rehîn girtiye û teror tê de belav kiriye. Ji ber vê yekê ev artêşa Amerîkayê ye ku di dawiyê de bi awayekî berpirsyarane vê pirsgirêkê çareser dike da ku Kurdistan, Îmarat, Dubai, Behreyn û tevahiya herêmê êdî neçar nebin di bin gefên rejîma Îranê de bijîn.

Rûdaw: Gelo em dê bombebarana zêdetir a wan komên milîsan bibînin ku Herêma Kurdistanê dikin armanc?

Mike Waltz: Bi dîtina min em dê tedbîreke guncav bigirin ber xwe hem li hemberî milîsên Şîe li Îraqê û hem jî li hemberî koka pirsgirêkê. Tu dizanî, pirsgirêka sereke û çavkaniya van hemûyan rejîma Îranê ye li Tehranê. 

Rûdaw: Tenê pirseke dawî. Gelo tu ji Bexdayê razî yî, ji wî şêwazê ku çawa bi vê rewşê re tevdigerin?

Mike Waltz: Binêre, mebesta min ew e ku hikûmeta Îraqê her tim di rewşeke gelekî dijwar de ye. Bi dîtina min bandora rejîma Îranê têkder û giran bûye û ti sûdên wê nebûne. Di rastiyê de ez nikarim navê yek welatî bînim ku ji ber destwerdana vê rejîmê rewşa wî baştir bûbe yan jî bipêşketîtir, bihêztir yan saxlemtir bûbe.

Di rastiyê de, her welatekî ku destê rejîmê tê de hebe, Libnan, Sûriye, Îraq, Yemen em dikarin lîsteyê dirêj bikin, ji ber bandorên xerab ên vê rejîmê rewşa xelkê wî gelekî xerabtir bûye. Ev jî ew pirsgirêk e ku em hewl didin çareser bikin. Gelekî spas.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Macron: Divê Iraq komên çekdar rawestîne
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBIXWE: WERIN EM BI HEV RE BI MEŞALEYAN NEWROZÊ PÎROZ BIKIN
ALMANYA - Derbarê Kurdan û mixalefeta Îranê biryarek hat dayîn
Li Îranê 3 ciwan li ber çavên gel hatin îdamkirin
Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist