Balafirgeha Wanê dê 3 mehan girtî be

.

Balafirgeha li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku yek ji navendên herî girîng ên veguhastinê yên bajêr e, ji ber xebatên nûjenkirinê dê 3 mehan were girtin.

Li Balafirgeha Ferît Melenê ya ku di veguhastina Wanê de roleke krîtîk dilîze dest bi xebatên nûjenkirinê hatiye kirin û dê 3 mehan berdewam bikin.

Li balafirgehê, ji ber xebatên nûkirina pîstan ku 15ê Gulanê dest pê kiribûn, firîn tenê di navbera saet 07:00 û 16:00an de pêk dihatin.

Balafirgeh dê ji sibe û pê ve 3 mehan bi temamî were girtin.

Di vê pêvajoyê de, rêwiyên ku dixwazin bi balafiran biçin Wanê yan jî ji Wanê biçin bajarên din, neçar in berê xwe bidin balafirgehên bajarên derdorê yên wekî Agirî, Îdir û Mûşê û bi rêya wan geştên xwe bikin.

Her wiha girtina balafirgehê ku xala herî girîng a veguhastinê ya bajêr e, ji bo welatiyan û bi taybetî jî ji bo sektora geştyariyê dê bibe sedema zerereke mezin.

Tê pêşbînîkirin ku geştyarî di vê pêvajoyê de zerereke mezin bibîne.

Aliyên pêwendîdar ên sektora geştyariyê diyar dikin ku girtina balafirgehê ya ji bo 3 mehan dê bandoreke cidî li geştyariya Wanê bike.

Serokê Komeleya Geştyariyê ya Hewzeya Gola Wanê (VAHATUDER) Abdullah Tunçdemîr derbarê mijarê axivî û got:

“Geştyarî du demsal in. Yek ji Nîsanê heta Hezîranê didome, ya din jî mehên Îlon, Çiriya Pêşîn û Çiriya Pêşînê ye.

Ji 5ê Îlonê û pê ve Balafirgeha Ferît Melenê ya Wanê dê 3 mehan girtî bimîne.

Dê sezona me jî 5ê Îlonê biqede û Kanûna Paşîn dîsa vebe.

Ango di vê pêvajoyê de dê çûn û hatinên ji bo geştyariyê çênebin.”

Rayedarên bajêr jî dibêjin ku piştî temambûna xebatan, Balafirgeha Ferît Melenê ya Wanê dê xizmeteke modern û ewletir pêşkêşî xelkê bike.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên