Balafireka Ukraynayê li Îranê li erdê ketîye: 176 kes hatine kuştin

Li Îranê balafireka Ukraynayê piştî dest bi firîyanê kirî li erdê ketîye, 176 kesên di balafirê de mirine.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê balafireka Ukraynayê piştî dest bi firîyanê kirî li erdê ketîye, 176 kesên di balafirê de mirine.

Balafira ketî ji cûrreyê Boeing 737 e.

Serokê Sazîya Alîkarîya Di Demên Hewarê De, Pir Hüseyin Kulivendî dîyar kirîye ku wan hemî termê rêwîyan kom kirine. Term li morgên nexweşxaneyan in.

Ji 176 kesên di lafirê de 9 kes xebatkarên balafirê bûne, 167 kes jî rêwingî bûne. Balafir li gor sieta Îranê siet 06.18ê ketîye.

Li gor sazîya çûna hewarê 22 ambulans çûne cihê bûyerê.

Bianet

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê