Bako Cebar bo cara duyem bû endamê şaredariya Farthera Norwecê

Li Norwecê ciwanê Kurd Bako Cebar bo cara duyem wek endamê şaredariyekê hat hilbijartin û ew dibêje, ew weke yekem Kurd li wê navçeyê bûye endamê şaredariyê.

Li Norwecê ciwanê Kurd Bako Cebar bo cara duyem wek endamê şaredariyekê hat hilbijartin û ew dibêje, ew weke yekem Kurd li wê navçeyê bûye endamê şaredariyê.

Bako Cebar, xelkê Kurdistanê ye û ev 18 sal in li Norwecê dijî. Ew ciwanê Kurd ji Rûdawê re dibêje, sala 2017an di hilbijartinên şaredariyê yên Norwecê de, weke endamê şaredariya Fartherê hat hilbijartin û diyar dike ku îsal jî, bo endamtiya heman şaredariyê bûye navê xwe tomar kirye û bo cara duyem hatiye hilbijartin.

Bako Cebar ku xwendekarê beşa hiqûqê ye li Zaningeha Osloyê, destnîşan dike ku di hilbijartinên sala 2017an weke 7mîn endam li şaredariya wê navçeyê hatiye hilbijartin û diyar dike, “Lêbelê îsal ji ber kar û çalakiyên min, ez weke sêyemîn endamê şaredariyê hatin hilbijartin.”

Cebar, berbijêrê Partiya Karkeran a Norwecê bûye li navçeya Fartherê û amaje bi wê dike ku ji bo penaberên Kurd û netewên din ên li herêma wê şaredariyê kar û xebat birêve birine û cih bo wan dabîn kirine.

Di encûmena şaredariya Fartherê 36 endam hene û partiya wî ciwanê Kurd xwediya 9 kursiyan e. Partiya Rast jî xwediya 10 kursiyan e û kursiyên din jî bi ser çend partiyên din ve belav dibin.

Bako sala sala 1996an jidayîk bûye û xelkê Hewremanê ye li Başûrê Kurdistanê. Lêbelê ev maweyê 18 sal in, li gel kesûkarên xwe li Norwecê dijî. Yek ji wan yarîzanên baş e û ji futbolê hez dike. Di demeke zû de jî li gel çand û civaka wî welatî entegre bûye.

RÛDAW

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir