Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye

.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî Zaxo pîroz kir û got, "Destkefteke girîng û dîrokî ye."

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Bafil Talebanî alîgirên Zaxoyê pîroz kirin û got:

"Ez ji dil pîrozbahiyeke germ li alîgirên Zaxoyê dikim, ev destkefteke girîng û dîrokî ye.

Ev serkeftin berhema yekdengî û yekrêziya xelkê Kurdistanê bû û nîşan dide ku bi yekîtî û pêkvejiyanê em dikarin serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibû.

Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ketin pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn ên Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin