Bafil Talebanî: Me hêzek ava kiriye ku li Rojhilata Navîn kes zora wê nabe

.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, "Me got em dê hêzekê ava bikin ku li Rojhilata Navîn kes zora wê nabe û me ew ava kir."

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn werin kirin û partî bangeşeyên xwe didomînin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Koşka Şêrwanê ya Kelarê ji alîgirên YNKyê re axivî û got:

"Rast e (li Kelarê) cade hatine çêkirin û rast e hinekî keskatî lê heye lê ez ne razî me û hûn jî ne razî ne.

Soz be, em dê tiştê hûn bixwazin ji we re dabîn bikin, em dikarin ji Bexdayê gelek tiştan ji bo we bikin."

Bafil Talebanî bal kişand ser sozeke ku bi cih aniye û da zanîn:

"Yek ji wan tiştên ku me kir ew bû ku Rizgarî kir navçe."

Serokê YNKyê anî ziman:

"Kêm cihên Kurdistanê wekî Germiyanê qurbanî dane, Germiyan serê rimê Kurd û Kurdatiyê ye.

Her tim barê giran li ser milên we ye, ji ber vê yekê divê nûnerên we li Bexda û hikûmetê zêde bibin.

Ez li bendê me ku em mil bi mil şerê maf û rûmeta gelê xwe bikin, ji bo tiştê herî hêsan, ji bo meaşê gelê xwe."

Bafil Talebanî diyar kir ku ew deyndarê Germiyanê ne û wiha axivî:

"Em deyndarê Germiyanê ne, em deyndarê we hemûyan in.

Em wekî YNKyê ji we fêrî qurbanîdan û wêrekiyê bûne.

Em her çar parçeyên Kurdistanê wekî yek dibînin.

Tiştê ku em ji bo vir dixwazin, em heman tiştî ji bo Hewlêr û Badînanê jî dixwazin.

Gelo hemû partî wisa ne?"

Bafil Talebanî di dawiya axaftina xwe de got:

"Me got em dê balansa hêzê rast bikin; me kir.

Me got em dê YNKyê li Bexdayê bihêz bikin, me kir.

Me got em dê pêywendiyên navneteweyî yên YNKyê zindî bikin, me kir.

Me got em dê hêzekê ava bikin ku li Rojhilata Navîn kes zora wê nabe, me ew ava kir."

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên