Bafil Talebanî ji PDKê re: Divê em bi hev re kar ji bo bihêzkirina Herêmê bikin

.

Serokê YNKê Bafil Talebanî îro 16ê Tebaxê di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Serok Barzanî, cîgirên Serokê PDKê, endamên serkirdatiyê û tevahiya cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.

Di peyamê de, Serokê YNKê tekezî li ser girîngiya hevahengî û tebayî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, ligel hemû hêz û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê, kir.

Di dawiya peyama xwe de, Bafil Talebanî amaje bi armanca vê hevahengiyê kir û got, ev yek "ji bo karê hevbeş, cîbicîkirina erkên niştimanî û çarenivîssaz, bihêzkirina qewareya me û baştirkirina jiyana xelkê me yê xweşewîst e."

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê