Bafil Talebanî: Enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e

.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser Enfala Barzaniyan got, “Enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e."

42 sal di ser Enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser Enfala Barzaniyan peyamek belav kir.

Bafil Talebanî di peyama xwe de wiha got:

"Salvegara enfalkirina Barzaniyan li ser laşê welêt birînek e û belgeya wê siyaseta hovane ya rejîma Beasê ya rûxiyayî ye ku di tevahiya qonaxên Enfalê de ji bo jiholêrakirina nasnameyê û qirkirina gelê me dimeşand.

Di vê bîranîna xemgîn de em bi rêzarî serê xwe li ber canê pak ê hemû şehîdên Kurdistanê û qurbaniyên Enfalê ditewînin û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî kesûkarên wan ên serbilind dikin."

"Wefadariya herî baş yekrêziya niştimanî ye”

Bafil Talebanî ji bo qerebûkirina qurbaniyan bangî hikûmeta Îraqê kir ku erka xwe bi cîh bîne û wiha got:

"Em tekezî li ser wê yekê dikin ku qerebûkirina kesûkarên serbilind ên qurbaniyên Enfalê ne tenê erkeke yasayî ye, belkû hewleke kirdarî û cidî ya Hikûmeta Îraqê ye ji bo dermankirina beşekê ji vê birîna mezin.

Wefadariya herî baş a ji bo xwîna pak a şehîdan, yekrêzî û yekgotariya me ya niştimanî ye ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê."

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin