Bafil Talebanî: Em dê ji bo we bikevin nav agirê dojehê

.

Bafil Talebanî ji alîgirên partiya xwe re got, “Em dê ji bo we bikevin nav agirê dojehê.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li mîtînga partiya xwe ya Silêmaniyê axivî.

Bafil Talebanî di bersiva pirsa "Mixalefet li kû ye?" de got, "Tune."

Wî her wiha amaje bi wê yekê kir ku li Silêmaniyê qanûn serwer e û got, “Me îsbat kiriye ku kes di ser qanûnê re nîne."

Serokê YNKyê hilbijartin wekî ceribandinekê bi nav kir û berê xwe da dengder û alîgirên partiya xwe û got, "YNK ji bo we dikeve nav agirê cehenemê."

Bafil Talebanî di beşeke peyama xwe de rexne li aliyên mixalefetê yên Herêma Kurdistanê girt ku di dema derbaskirina yasaya budceyê de li Parlamentoya Îraqê dengê xwe nedan wê beşa yasayê ku piştgiriyê dide şandina pereyan a rasterast a ji Bexdayê ji bo parêzgehan û pirsî, "Ka ew mixalefet îro?" Wî bi xwe bersiva pirsê da û got, "Tune."

Serokê YNKyê "ji ciwanan lêborîn xwest ku guh li wan nehatiye girtin" û got ku YNK kongre bi kongre ciwantir dibe, derî ji bo ciwanan hatiye vekirin, guh li wan tê girtin û ew tên dîtin.

Wî soz da ciwanan ku "dê li Bexdayê ji bo wan şer bike û derfetan ji wan re peyda bike" û got:

"Em dê ji Bexdayê ve aboriya Kurdistanê bi hêz bikin û ev karneme û armanca me ye."

“Nehêlin ku mêr ji bo we biryarê bidin”

Bafil Talebanî her wiha behsa rola jinan a di nava YNKyê de kir û xwest ku jin, "li malê rûnenin û nehêlin mêr biryarê ji bo wan bidin çimkî ew zeman bi dawî bûye."

"Sindoqan ji me re kesk bikin”

Serokê YNKyê peyamek arasteyî dengder, alîgir û welatiyan kir û got:

"Sindoqan ji me re kesk bikin û me bişînin Bexdayê, bila em erkê xwe ji bo we, ji bo Kurdistanê û ji bo Îraqê bi cih bînin."

Hilbijartinêm gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê dê 11ê vê mehê tê kirin.

Bangeşeya (propaganda) hilbijartinê dê 8ê mehê (sibe) bi dawî bibe.

Kurdistan Haberleri

Tirkiyeyê biryara desteserkirina Netanyahu da
Li Efrînê di du rojan de 2 Kurd hatin kustin
Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya
Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire
Goreke komî li nêzî balafirgehê hat dîtin