Bafil Talebanî bû Serokê Tifaqa Sosyal Demokratan a Cîhana Ereban

.

Di Konferansa Sosyal Demokratan de ku bi pêşengiya YNKyê li Silêmaniyê hat lidarxistin, Bafil Talebanî bû Serokê Serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokratan a Cîhana Ereban.

Bafil Talebanî di roja dawî ya Konferansa Sosyal Demokratan ya ku 30ê Tebaxê li Silêmaniyê hat lidarxistin de, wekî Serokê Serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokratan a Cîhana Ereban hat hilbijartin.

Bafil Talebanî di axaftina xwe ya dawî de amaje bi têkoşîna damezirînerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mam Celal û hevalên wî kir û got ku partiya wî li ser bingeha fedakarî, dîsîplîn û xizmeta gel hatiye damezirandin.

Bafil Talebanî derbarê Silêmaniyê de got, “Silêmanî her dem navenda têkoşîn, çand û biryaran bûye. Ne tesaduf e ku piraniya çalakvan û komên mixalefetê li vir in.”

Talebanî diyar kir ku YNK îro “bi ruhê reform û yekîtiyê ji nû ve tê avakirin” û li ser asta navneteweyî jî bal kişand ser du mijaran: Krîza mirovî ya li Xezeyê û rewşa Sûriyeyê.

"Nabe ku bersiva hovîtiyekê bi hovîtiyeke din be"

Serokê YNKyê li ser mijara Xezeyê wiha got:

“Divê em hovîtiya 7ê Çiriya Pêşînê ji bîr nekin lê nabe ku bersiva hovîtiyekê bi hovîtiyeke din be.”

Wî her wiha pesnê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û gavên nû yên Tirkiyeyê da.

Derbarê Sûriyeyê de jî diyar kir ku hêvîdar e hikûmeta nû bi ser bikeve lê fikarên xwe yên li ser paşeroja pêkhateyên welêt, standardên jiyanê û sîstema hiqûq û dadweriyê, bi taybetî jî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê anî ziman.

Bafil Talebanî di dawiya axaftina xwe de bangî li Komîteya Serokatiyê ya Hevpeymaniya Sosyal Demokratan a Cîhana Ereban kir ku bi lezgînî bicive, planekê amade bike û dest bi xebatan bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin
Salvegera Raperînê: 35 sal berê gelê Kurdistanê li dijî dîktatoriyê serî hilda
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Em ji bo biryara Komelaya Şoreşger kêfxweş in
Termên 87 leşkerên Îranê ji deryayê hatin derxistin