Bafil Talebanî: Bersiva me dê tund be

.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û ragihand, "Bersiva me ya ji bo vê êrişê dê tund be."

Wezareta Karebayê ragihand ku ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê qut bûye.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û got:

"Êrişa terorîstî ya li Qada Gazê ya Kormorê nayê qebûlkirin û em bi tundî şermezar dikin.

Armanca êrişê zererdana debara hevniştimaniyan a li Îraq û Herêma Kurdistanê û têkdana aramiya welatê me ye."

Talebanî diyar kir ku bersiva wan dê tund be û wiha pê de çû:

"Bersiva me ya ji bo vê êrişê dê tund be û em dê ji bo parastina canê hevniştimaniyên xwe hemû rêkarên pêwîst bistînin."

"Divê milîs werin tunekirin"

Serokê YNKyê her wiha li ser komên çekdar got:

"Divê çek tenê di destê dewletê de bin.

Ew milîsên ku li derveyî serweriya yasayê ne divê yan werin hilweşandin yan jî werin tunekirin."

Kareba qut bû

Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kir.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

"Herikîna gazê rawestiya"

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

PDKyê ji bo yekdengiya Kurdan a li Bexdayê ‘Civîna Lûtkeyê’ pêşniyar kir
Serok Mesûd Barzanî: Êdî dem hatiye ku gavên cidî bên avêtin
Nûnerê Trump li ser êrişa li Kormorê daxuyanî da
Rêjîma Îranê 26 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirin
Çalakvana Elewî: Kurd, Elewî û Durzî ne cudaxwaz in, lê nenavendiyê dixwazin