Bafil Talebanî bangî Îraq û civaka navneteweyî kir: Rê li ber êrişan bigirin

.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êrişa Îranê ya li ser Hêzên Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û ji Bexda û civaka navneteweyî xwest ku rê li ber van êrişan bigirin.

Wezareta Pêşmerge ragihandibû ku berê sibeha îro Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.

Di encama vê êrişa giran de 6 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûneke tund nîşan da.

“Binpêkirina serweriya xaka Îraq û Herêma Kurdistanê ye”

Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên Pêşmergeyan re xwest û got:

"Em nerazîbûna xwe ya tund li hemberî şehîdkirin û birîndarkirina hejmarek Pêşmergeyên qehreman nîşan didin.

Em ji dil sersaxiyê ji kesûkar, malbat û hevsengerên şehîdan re dixwazin û ji bo birîndaran jî hêviya zû başbûnê dikin."

Serokê YNKyê êriş bi tundî şermezar kir û diyar kir:

"Armanckirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Îraq û Herêma Kurdistanê ye û em wê şermezar dikin."

Banga li Bexda û civaka navneteweyî

Bafil Talebanî daxwaz ji rayedarên Îraqê kir ku tevbigerin û wiha pê de çû:

"Em daxwazê ji hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî dikin ku hewlên xwe bixin tevgerê da ku rê li ber dubarebûna her cure êrişên bi vî rengî bigirin."

Talebanî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha anî zimên:

"Em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji vî şerî.

Berevajî vê, me hewlên xwe yên dîplomatîk xistine tevgerê da ku em bi rêya guftûgoyê bibin beşek ji dîtina çareseriyeke aştiyane, da ku aramî vegere herêmê."

Kurdistan Haberleri

Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin
Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket