"Azadkirina Musilê ji bo Herêma Kurdistanê girîngiyeke xwe ya taybet heye”

Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê operasiyona Musîlê de daxûyanîyek belav kir.

Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê operasiyona Musîlê de daxûyanîyek belav kir.

Daxuyanî weha ye:

Ev demeke dirêje li ragihandin û navendên siyasiyên navxweyî û derveyî behsa amadekariyên operasyona azadkirina Musilê tê kirin û têkşikandina Da'îş û azadkirina Musilê jî ji bo Herêma Kurdistanê girîngiyeke xwe ya taybet heye û ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye.

Bi pêwîstî dizanim li vî derbarî de bi hemû aliyek ragihînim ku amadekariyên tevahî ya destpêka operasyona azadkirina Musil hatiye kirin û li vê çarçêweyê da jî rêkkeftin li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê da hatiye kirin. Li vê rêkkeftinê da jî çawayiya operasyonê û kar û erkê serbazî ya hemû hêz û yekîneyên beşdarbûyên operasyonê bi hurî hatine diyar kirin û pabendbûna tevahî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi cîhkirina rêkkeftinê de dûpat dikîn. Hemahengiyeke tevahî li navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê heye û hemû hewlek jî didin ku pêkve nehêlîn hîç rûdaneke nexwastî bê pêş.

Her wiha Hewlêr û Bexda li ser ewe rêkkeftine ku komîteyekî bilinda siyasî û hevbeş bê pêkanîn ji bo kontrol û serpereştîkirina rewş û pêşhatên li piştî azadkirina Musilê.

Hêviya wê yekê dixwazim operasyona azadkirina Musil bi serkeftî bê encamdan û nîştecihên bajarê Musilê jî ji zulma terorîstên Da'îş rizgar bibin û xelkê koçberên Musil û parêzgeha Nînowa bi bexteweriyê de vegerin bajar û navçeyên xwe.

Siyaset Haberleri

Li Sirnexê ji bo jinavbirina teqemeniyên PKKê qedexe hat ragihandin
Fazil Mîranî: Serweriya Iraqê qels e, bê yekîtiya Kurdan em nikarin tistekî bi dest bixin
Pûtîn fermana amadekirina pêsniyarên ceribandinên çekên atomî da
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe