Lîstikvana fîlmê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" Avan Cemalê li Venedîkê got, “Ez dixwazim cîhan asta karê Kurdan bibîne.”
Avan Cemala ji Silêmaniyê xewneke xwişka xwe pêk tîne.
Ew îro derdikeve ser xalîçeya sor a festîvala herî kevn û navdar a sînemaya cîhanê.
Avan Cemal stêrka fîlmê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" ye.
Li otêleke luks a Venedîkê, tîma markaya Giorgio Armani kincên wê yên ji bo xalîçeya sor amade kir.
Avan Cemal di fîlmê de bi tivingeke nîşangiriyê rola Pêşmergeyeke jin a qehreman dilîze ku li dijî DAIŞê şer dike.
Avan Cemal a lîstikvana sereke ya fîlmê ji Rûdawê re got:
"Dilê min gelekî xweş e û ez gelekî kelecanî me. Ez dixwazim Kurd encama vê xebatê bibînin. Zarokên Kurdan ev kar kiriye û ez dixwazim bizanin di çi astekê de ye."
Lîstikvanê Norwecî jî di fîlmê de ye
Lîstikvanê Norwecî Torbjorn Harrê ku bi rola xwe ya di rêzefîlma "Vikings"ê de tê naskirin, vê carê bûye stêrka vê fîlma Kurdî.
Lîstikvanê fîlmê Torbjorn Harr li ser tevlîbûna xwe ya di fîlmê de got:
"Bê guman, min berê navê Pêşmergeyan bihîstibû. Çîroka jinên Pêşmerge li Norwecê jî dihat axaftin lê min zêde li ser wê nedizanî.
Lê dema ku derhêner Helkewt bi kûrahî qala wê ji min re kir, wê demê min biryar da ku bibim beşek ji vegotina vê çîrokê."
Sînematograferê fîlmê John Erling Fredriksen e.
Wî di kişandina fîlmê de qumaşê cil û bergên jinên Kurd di lenseya kameraya xwe de bi kar aniye.
John Erling Fredriksen li ser vê yekê ev agahî dan:
"Me dîmenên wisa çêkirine ku cîhanê berê nedîtine. Li Hewlêrê ez çûm dikaneke qumaşfiroşiyê ya li bazarê. Min ew qumaşê zelal hilbijart da ku li pişt lenseyan deynim, da ku belavbûneke nerm çêbike."
Xebata 9 salan
Derhêner Helkewt Mistefa xwediyê vîzyoneke sînemaya cîhanî ye.
Bi vê pêşwaziya li Venedîkê, ew di wê baweriyê de ye ku navê Pêşmerge û jinên Pêşmerge careke din ketiye rojeva dika cîhanê.
Derhêner Helkewt Mistefa li ser xebata fîlmê got:
"Min 9 salên xwe ji bo vê fîlmê dan. Tiştekî li ser Pêşmergeyan, tiştekî ku Kurd û Pêşmergeyan bi cîhanê bide naskirin, divê di asteke bilind de be."
Dê îro li ser xalîçeya sor bimeşin
Îro xalîçeya sor ji bo derhêner û tîma fîlmê "Heke Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" were raxistin.
Piştre dê fîlm cara pêşî li salona Sala Grandeyê were nîşandan.
Fîlm li Mûsil, Hewlêr û Norwecê hatiye girtin û ji 110 xulek pêk te û berhema keda 9 salan e.
Di Festîvala 83yemîn a Fîlman a Venedîkê de zêdetirî 100 hezar kes amade ne û di beşên cuda de bi dehan fîlm tên nîşandan.
Venedîk ne tenê festîvaleke asayî ye, di heman demê de xewna her sînemagerekî ye.
Çavkanî: Rûdaw