Asûriyên ku li Fransayê dijîn gundê xwe yê li Şirnexê ziyaret kir

.

Komeke Asûriyan piştî bi dehan salan ji mana li Fransayê çûn gundê xwe yê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê.

Nêzîkî 150 Asûriyên ku li Fransayê dijîn, gundê Hesanayê yê li bin Çiyayê Cûdiyê ziyaret kir.

Koma 150 kesî li wir çûn ser goristanan û dua kirin û piştî xwarina bi hev re, ew li gund geriyan û bîranînên xwe yên berê anîn bîra xwe.

Metranê Dêra Mar Petyûnê ya Kildaniyan a Amedê Sabrî Anar ji rojnamegeran re got ku ew bi komeke 150 kesî hatine.

“Ev cara sêyem em tên”

Anar diyar kir ku ew dixwazin kesên ku gundên xwe terikandine vegerînin û nîşan bidin ku herêm ewle ye û got:

“Piştevaniya ku em ji xelkê herêmê dibînin, me gelekî kêfxweş dike.

Ev cara sêyem e em vê ziyaretê dikin û her carê em heman kêfxweşiyê hîs dikin.

Di çavên hemû endamên kafileyê de hesreta welat, ax, dîrok û rabirdûyê heye."

Reşît Duman jî da zanîn ku ew di 15 saliya xwe de ji gund derketiye û bi malbata xwe re li Fransayê bi cih bûye û diyar kir ku wan dîtiye ku xelk hezkirineke mezin ji wan re nîşan dide û ji ber vê yekê ew minetdar in.

“Em ji vî welatî hez dikin”

Reşît Duman her wiha anî zimên ku ew ji welatê xwe hez dikin û got:

“Em ji xelkê vî welatî jî hez dikin. Me her tim rêz ji wan re girtiye. Bapîr û bavên me xizmeta vî welatî kiriye.

Ev dewlet her tim dewleta me ye. Em çi qasî li derve bijîn jî em xwe wekî welatiyên vê dewletê hîs dikin."

Metîn Anarê 60 salî jî got ku ew piştî 48 salan cara yekem diçe gundê xwe û dema li gund geriyaye, rojên xwe yên zarokatiyê bi bîr anîne û giriyaye.

Hanne Dumanê jî diyar kir ku ew bi komê re li gund geriyane û rojên berê anîne bîra xwe û da zanîn ku ew her tim dixwazin bên gundê xwe.

Hanne Dumanê got, “Em careke din jî hatibûn lê hatina bi komê re xweştir e.

Em ji mirovên xwe yên li vê derê hez dikin. Hemû jî gelekî baş in û rêzê li me digirin.

Ji ber wê jî em dixwazin bi berdewamî bên û biçin.”

Kurdistan Haberleri

Ignatius Aphrem: Em dixwazin mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê parastî bin
Xelatên Festîvala Fîlman a Silêmaniyê hatin dayîn
Tirkiye dixwaze dema operasyonên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dirêj bike
Mezlûm Ebdî eşkere kir: HSD dê çawa tevlî artêşê bibe?
Di parastina asman de serdemeke nû: Lazer li dijî dronan