‘Aştî bi Hevnasînê Pêkan e’ - Ji Almanyayê ber bi bakurê welêt ve

.

 10 ciwanên Kurd ên Êzdî û 10 Tirkên Misilman ji Almanyayê ji bo geşteke aştiyê çûn Bakurê Kurdistanê.

Kom bi dirûşma "Aştî bi Hevnasînê Pêkan e" bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Stenbolê ziyaret kirin.

Ew bernameya taybet bi hevkariya Navenda Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê û Yekîtiya Tirk-Îslamî ya Karûbarên Diyanetê ya Almanyayê hat lidarxistin.

Pêşwaziya li gundê pîroz

Pîr Omer li gundê pîroz ê Êzidiyan gundê Kîwexê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi stranên olî yên Êzidiyan koma ciwanan pêşwazî kir.

Ciwanan di çarçoveya geştê de cihên pîroz ên Misilman, Xiristiyan û Êzdiyan ziyaret kirin û bi hev re dem derbas kir.

Armanc: Rakirina pêşdaraziyan

Pêşengê Koma Êzidiyan Dr. Îrfan Ortaç armanca projeyê wiha anî ziman:

"Xweşî û aştî bi hevnasînê pêk tê. Armanca me ew e ku em ji endamên her du olan re bibin pirek.

Ev projeyeke yekemîn e û em dixwazin gelek projeyên wiha bidomînin."

Pêşengê Koma Misilmanên Tirk Dr. Zekeriya Altug jî got:

"Olên me ji hev cuda ne lê divê ev cudahî me ji hev dûr nexe, berevajî me nêzîkî hev bike.

Em çi qasî hev nas bikin, em dê ew qasî hevgirtî bin."

Ciwan çi dibêjin?

Ciwanên ku beşdarî geştê bûne jî ji geştê gelekî kêfxweş in û peyamên erênî dan.

Yek ji beşdarên Misilman Melîsa Kayayê hestên xwe wiha anî ziman:

"Min fêm kir ku mirov çi qasî hev nas bikin û bi hev re biaxivin, hemû pêşdarazî ji holê radibin. Ev tiştekî gelekî xweş e."

Kurda Êzidî Kezban Aslanê jî got, “Ez ji Nisêbînê me û li vir ji dayîk bûme. Ez gelekî dixwazim vegerim û li vir bimînim.”

Kevser Uzunkayaya Misilman jî got, “Ez cara yekem e li vir bi Êzidiyan re hevnas dibim û ji ber vê yekê gelek kêfxweş im.

Em pir baş li hev dikin û ez gelekî bextewar im."

Kurda Êzidî ya ji Gurcistanê Kristînayê jî got, “Ez Êzidî me, ji Êzidiyên Gurcistanê me.

Ev cara yekem e ku me bi Misilmanan re komek çêkiriye û ez gelekî kêfxweş im."

Organîzatorên bernameyê diyar kir ku ev geşt destpêkek e û ew dê ji bo rakirina pêşdaraziyan çalakiyên bi vî rengî bidomînin.

Kurdistan Haberleri

Li Rojavayê Kurdistanê 3 dekan mirin
Silêman Oso: Serok Barzanî got, Sûriyeya paşerojê bêyî Kurdan nabe
Nêçîrvan Barzanî: Zimanê Kurdî dê bibe cîhanî
Kaja Kallas: Planên leşkerî yên ji bo 'dîwarê dronan' ê YE ji NATOyê tên
6 zîndaniyên 30 sale di zîndanê de bûn, serbest hatin berdan