Asta ava Gola Wanê 3 metre daket

.

 Hat ragihandin ku asta ava Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nebûna baranê 3 metreyan daketiye û ji kîlometreyekê zêdetir vekişiyaye.

Kêmbûna baranê û hişkesalî ji her alî bandorê li ser jiyan, xweza û ekolojiyê dike. Îsal ji ber kêmbûna baranê berhemên çandiniyê kêm bûn û asta gol û bendavan daket.

Akademîsyenê Zanîngeha Wanê yê Beşa Berhemên Avê Dr. Mustefa Akkuş got: “Li Wan û derdora wê hişkesalieyeke mezin ya salên dawî heye. Hişkesaliyê bandora xwe li Gola Wanê jî kiriye. Li hin peravên golê herêmên hişk ava bûne.”

Mustefa Akkuş dibêje, li hinek aliyên golê av ji kîlometreyekê zêdetir vekişiyaye.

Mistefa Akkuş got "Havînan ji ber dûkelê av kêm dibe, lê payîz û zivistanan bi barîna berf û baranê av zêde dibe. Salên dûkel zêde be asta avê dadikeve û sala baran zêde be asta avê bilind dibe. Niha rêjeya dûkelê sê car ji ya baranê zêdetir e. Ava Gola Wanê salane metre û nîvek kêm û zêde dibe. Lê asta avê ya niha ji berê cudatir e û gelek daketiye. Asta avê îsal 3 metreyan daketiye. Mixabin eger wiha berdewam bike dê zêdetir jî kêm bibe.”

Akkuş axaftina xwe wiha berdewam kir “Gola Wanê, goleke girtî ye û 800 hezar sal in asta wê dadikeve û bilind dibe. Hinek salan wiha bilind bûye ku navenda bajarê Wan û Erdîşê di bin avê de mane. 6 hezar salên dawiyê li gor îqlimê asta avê bi vî awayî dadikeve û bilind dibe. Kesên temen mezin li vê herêmê dibêjin me 80 salin kêmbûneke bi vî awayî nedîtiye. Hêvî dikin kêmbûna avê berdewam nebe.”

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin