Aslan: Plana MÎTê ya sûîqesta min rast e, 9 roj in polîs min diparêzin

Aslan: Plana MÎTê ya sûîqesta min rast e, 9 roj in polîs min diparêzin

Parlamentera Kurd a Partiya Keskan a Avûsturyayê Berîvan Aslan li ser nûçeyên derbarê plana sûîqesta wê ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ve daxuyanî da û got, plana sûqestê rast e, ev 9 roj in di bin parastina polîsên Avûsturyayê de me.

Piştî ku kesekî bi navê Feyyaz O. ji îstixbarata Avusturyayê re mikur hatibû û gotibû, MÎTê ew wezîfedar kiriye daku Berîvan Aslan û hin kesên din bikuje, plana sûîqestên îstixbarata Tirkiyê eşkere bûbû.

Her çiqas Tirkiye û medya wê red dike ku tiştekî wiha hebe jî Berîvan Aslan da xuyakirin, Feyyaz O ji îstixbarata Avusturyayê re mikur hatiye ku têkiliya wî bi MÎTê re heye û îstixbarata Avusturyayê jî ew agahdar kiriye ku ev 9 roj in di bin parastina polîsan de ye.

 

Avrupa Haberleri

Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend