Asayîşê 4 rêbendên li taxên Kurdan ên Helebê rakirin

,

Asayîşa Helebê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku wan rêbendên xwe ji deriyên her du taxên Kurdên ên Helebê rakirine.

Ev yek di çarçoveya pêkanîna Peymana Nîsanê de hatiye kirin ku di navbera Meclisa Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê û hikûmeta demkî ya Şamê de hatibû îmzekirin.

Berdevkê Asayîşa Helebê Mehmûd Elî Mardilî got ku armanca rakirina rêbendan, piştgiriya hewlên biserxistina Peymana Nîsanê ye. 

Mehmûd Elî Mardilî diyar kir ku dorpêça li ser her du taxên Kurdan hîn jî berdewam dike lê ew dixwazin peymanê bibin serî.

Mardilî got ku hinek kom û komikên çekdar ên ku piştgiriyê ji derve werdigirin hewl didin peymanan têk bibin û rewşê ber bi aloziyê ve biajon.

Wî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî rêya çareseriya siyasî hilbijartiye da ku herêmê ji şerekî din dûr bixin.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da
Sîpan Hemo derbarê êrişa li Baregeha Xirab Cirê daxuyanî da