Asayişa xweseriya demokrat 4 serkirdeyên Yekîtî li Amûde girtin

Di heman demê de, alîgirên rejîma Esed serbest çalakiyên xwe li Qamişlo û Hesekê lidardixin, bê ku rastî ti regirtinekê bibin.

 

Roja şemiyê 28.6.2016, asayişa xweseriya demokrat a bi ser PYD-ê ve li Amûdê, bi ser malên her yek ji Enwer Naso û Abdelîllah Ocê, endamên komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriye (Yekîtî) de girtin. Piştî ku gelek dokument, komputer û telefonên wan yên destan desteser kirin, ew bi xwe re veguhestin cihekî nenas.

Di heman demê de, hêzên asayişê bi ser malên Mihsin Xelef û Merwan Ide endamên komîteya herêmî ya heman partiyê, û Ridwan Hemo, bavê efserekî pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê de girtin. Asayisê piştrê di daxuyaniyekê de eşkere kir ev kesayetî bi tawana ku xwepêşandeneka "neyasayî" li Amûdê lidarxistbûn hatine girtin. Lê piştre hate zanîn ku Merwan Idê, jibo ku ne li malê bû, ne hatiye girtin.

Her yek ji partiya Yekîtî û Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriye ENKS ev girtin şermezar kirin û weke nîşana qelsbûna PYD û têkçûna siyaseta wê li qelem dan.

Hejayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye ku asayişa bi ser PYD-ê ve çalakvanên kurd destgîr dike bi tawana lidarxistina çalakiyên cemawerî bê ku destûrê ji dezgehên peywendîdar ên xweseriya demokrat bistînin. Di heman demê de, alîgirên rejîma Esed serbest çalakiyên xwe li Qamişlo û Hesekê lidardixin, bê ku rastî ti regirtinekê bibin.      

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin