Asayîşa Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê got, “Bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk êrişî taxên me hat kirin.”
Piştî ragihandina agirbestê ya li taxên Kurdan ên Helebê, îro berê sibehê karwanê şehîdan û birîndarên şerê pênc rojan gihişt Rojavayê Kurdistanê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro ragihand ku wan bi Şamê re li ser agirbestê li hev kiriye.
Asayîşa Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê jî daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Çeteyan bi çekên giran û balafirên Bayraktar ên Tirk bi dehan caran nexweşxane kir hedef.
Berxwedan û têkoşîna hêzên me dê bi rêbaz û amûrên cuda berdewam bike.”
Daxuyaniya Asayîşa Şêx Meqsûdê ev e:
"Ji 6ê Kanûna Paşîn a 2026an ve, çeteyên kirêgirtî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê, bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk û bi bikaranîna tank, top, wesayîtên zirxî, hemû cureyên çekên giran û bi hezaran çekdaran êrişeke hovane li ser taxên me da destpêkirin.
Armanca van êrişan ew bû ku gelê me yê li van taxan teslîmî qirkirinê bikin, demografiya herêmê biguherînin û rûmeta gelê me bişikînin.
Lê belê hêzên me, li ser bingeha biryara Meclisa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, biryara berxwedanê û parastina rûmeta xwe da.
Li ser vî esasî berxwedaneke fedaî hat destpêkirin û şervanên me yên jin û mêr bêyî dudilî canê xwe di oxira parastina taxan û rûmeta gelê me de feda kir.
Bi ti awayî bi paş de gav nehat avêtin û teslîmiyet nehat qebûlkirin. Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan dê pişt re bi raya giştî re bên parvekirin.
Di vê qonaxa şer de, gelê me rastî êrişên barbar û dijwar hat, gelek şehîd û birîndar çêbûn. Birîndar ji bo tedawiyê li nexweşxaneya yekane ya taxê, Nexweşxaneya Xalid Fecir kom bûn.
Çeteyan bi çekên giran û balafirên Bayraktar ên Tirk bi dehan caran ev nexweşxane kir hedef û hewl dan komkujiyekê tê de pêk bînin.
Di dawiyê de, ji bo rêlibergirtina komkujiyan û misogerkirina derxistina birîndar, sivîl, jin û zarokan ji nexweşxaneyê û veguhastina wan a ewle ya ber bi herêmên din ve, agirbesteke qismî hat îlankirin.
Hêzên me heta valakirina nexweşxaneyê û veguhastina birîndaran bi berpirsyariyeke mezin nêzîkî agirbestê bûn.
Ji niha û pê de, hêzên me dê heta dawiyê û bêyî dudilî ji bo parastina îradeya azad û rûmeta gelê xwe li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.
Berxwedan û têkoşîna hêzên me dê bi rêbaz û amûrên cuda berdewam bike."
RÛDAW