Asayişa Qamişlo hejmarek nivîskar û rojnamevan binçav kirin

.

Malbatên ku zarokên wan bi armanca biçekkirinê ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin dest bi mangirtinekê kirin.

Asayişa bajarê Qamişlo nivîskar Şemis Enter û hejmarek ji rojnamevnan binçav kirin.

Îro malbatên ku zarokên wan bi armanca biçekkirinê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li pêş nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo dest bi mangirtinekê kirin û daxwaza vegera zarokên xwe dikin.

Hêzên asayişa Qamişlo jî nivîskar û endama Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Şemis Enter û hejmarek ji rojnamevan û çelakvanên ku romala mangirtinê dikin, binçav kirin.

Heta niha çarenivîsa kesên hatine binçavkirin ne diyar e.

Li gor zanyariyan jî, hêzên asayişê hemû riyên diçin cihê mangirtinê girtine û rê nadin welatî tevlî mangirtinê bibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û pêştir çendîn caran ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Berî çend Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiribû ku di dema borî de zêdetir ji 15 zarokan ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatibûn revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Di çend rojên borî de jî, malbatên zarokan bi armanca vegerandina zarokên xwe yên ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li bajrê Qamişlo û Amûdê xwe pêşan dabûn.

K24

Mangirtina malbatên zarokên revandî li Qamişlo - Tora civakî

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand