Asayîşa Hewlêrê bi sedan makîneyên qumarê yên elektronîkî dişikîne

.

Piştî ku hêzên asayişa Hewlêrê di dema borî de dest danî ser bi sedan makîneyên qumarê yên elektronîk, îro hatin şikandin.

Li gor zanyariyên K24ê, piştî di çend operasyonên taybet ên hêzên asayişa Hewlêrê de, bi sedan kelûpelên elektronî yên ku ji bo lîstikên qumarê dihatin bikaranîn hatin desteserkirin, îro li ser fermana Dadwerê Lêkolînê yê Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê, hatin şikandin.

Operasyona derdegirtinê, di bin çavdêriya tund a ewlehiyê de hate kirin, da ku hemû makîneyên werin şikandin û careke din ji bo lîstikên qumarê neyên bikaranîn.

Li gor yasayên cîbicîkar li Herêma Kurdistanê, hemû cureyên qumar û lîstikên elektronîkî yên ku ji bo vê armancê tên bikaranîn, qedexe ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rêya hêzên xwe yên asayîş û navxwe, berdewam lêkolînan dike ji bo nehiştina vê diyardeyê û girtina wan kesên ku bazirganiyê bi vî karî dikin.

Kurdistan Haberleri

MEŞHED - Di merasîma veşartina termê Xamineyî de 2 kes hatin kuştin
Komîsyona NY rapora Sûriyê ragihand: Banga edaletê û çarnevisê girtiyan hat kirin
SINE - Hêzên Îranê gule li sivîlan reşandin: Kur mir, bav birîndar e
Serokwezîrê Iraqê: Em hemû kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin
ROJAVA - Kurd navên xwe dixwazin