Asayîş: Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şer û pevçûnên dijwar hene

.

 Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li ser şer û pevçûnên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan daxuyanî da.

Asayîşê ragihand ku wan îro li hemberî êrişeke berfireh a hêzên hikûmeta veguhêz a li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê li ber xwe daye û bersiv daye êrişan.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, hêzên hikûmeta veguhêz ji eniyên Cîla, Benda Cizîrê û Nexweşxaneya Yewnanî ve êriş kirine.

Asayîşê da zanîn ku di encamê de şer û pevçûnên dijwar derketine û hêzên wan bersiva êrişan daye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku pevçûn li eniyên Çerxerêya Lîramûnê û Çerxerêya Şîhanê jî ji nû ve dest pê kirine û şer heta niha berdewam dike, ev yek jî rewşa ewlehiyê ya li herêmê aloztir dike.

Asayîşê tekez kir ku ew dikarin bersiva êrişan bidin û pevçûn heta niha jî didomin.

Nûrî Şêxo: Girtina rêyan sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo jî ji ANHAyê re axivî.  

Şêxo banga vekirina rêyan û rakirina rêbendên axê kir û hikûmeta Sûriyeyê ji kiryaran berpirsiyar dît.

Nûrî Şêxo her wiha destnîşan kir ku girtina rêyên her du taxan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got, “Ti hêz nikare Şêx Meqsûdê ji derdora wê qut bike.

Kurdistan Haberleri

100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike
Trump daxwaza Zelenskyy red kir
Almanya: Li Sûriyeyê ti kes ne parastî ye
Senherîb Bersûm: Diyaloga bi Şamê re vebijêrkeke stratejîk e