Artêşa Sûriyeyê hêzên xwe li Dêr Hafirê zêde dike: HSDyê hişyarî da

.

Li gundewarê parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyeyê tevgera leşkerî gihiştiye asta herî bilind.

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ew dê bersiveke tund bidin tevgera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), HSDyê jî ragihand ku komên girêdayî Şamê ve bi dronên kamîkaze û topan êriş dikin.

Daîreya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku HSD hêzên zêde dişîne herêmên Meskene û Dêr Hafirê yên li gundewarê rojhilatê Helebê.

Li gorî Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), rayedarên artêşê îdia kiriye ku di nav wan komên HSDyê yên ku sewqî herêmê hatine kirin de "gerilayên PKKyê" û "paşmayên rejîma rûxiyayî" hene.

Rayedarên leşkerî yên Şamê ev pêngava HSDyê wekî "pêngaveke metirsîdar" bi nav kir û tekez kir ku ew dê bi awayekî herî tund bersiva her liv û tevgereke leşkerî ya li herêmê bidin.

Piştî van bipêşketinan hat ragihandin ku Artêşa Ereban Sûriyeyê jî yekîne û alavên leşkerî yên zêde şandine xetên pêş ên li rojhilatê Helebê.

HSD: Dronên kamîkaze û topbaranê dest pê kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi daxuyaniyekê bersiv da û tekez kir ku rîska pevçûnan veguheriye êrişên fîzîkî.

Di daxuyaniya HSDyê de hat diyarkirin ku li derdora Bendava Tişrînê ya xwedî girîngiyeke stratejîk, tevgera dronên kamîkaze (xwekuj) yên komên girêdayî hikûmeta Şamê hatiye dîtin.

"Em îdiayan red dikin"

HSDyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Hêzên me daxuyaniyên xapînok ên Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê yên derbarê rewşa qadê ya li derdora Meskene û Dêr Hafirê dişopînin.

Em piştrast dikin ku li wan herêman ti tevger an kombûneke leşkerî ya hêzên me nîne û em tekez dikin ku hemû îdiayên tên belavkirin bêbingeh in.

Berevajî vê yekê, tevgera heyî ya li qadê bi giranî ya komên girêdayî hikûmeta Şamê ye."

"Hinceta êrişê ye"

HSDyê diyar kir ku ev daxuyanî ji bo zêdekirina aloziyê ne û wiha pê de çû:

"Ducarekirina van îdiayan ji aliyê Wezareta Parastinê ve, hewldana zêdekirina aloziyê û afirandina hincetan e ji bo êrişan.

Em aliyên li pişt van îdiayan ji her encameke ku derkeve holê berpirsyar dibînin.

Em li dijî berdewamkirina vê nêzîkatiya provakatîf hişyariyê didin; dema em pabendbûna xwe ya bi vebijêrka aramiyê piştrast dikin, em tekez dikin ku mafê me yê rewa yê parastina herêmê û sivîlan û girtina her cure tedbîran parastî ye."

Hêla Meskene-Dêr Hafir a li rojhilatê Helebê, ji ber cihê xwe yê stratejîk û nêzîkbûna li çavkaniyên enerjiyê (wekî Bendava Tişrînê) ji bo her du aliyan xwedî girîngiyeke mezin e.

Kurdistan Haberleri

Tora Rojnamevanên Kurd: Me peyva “Sûriye” ji navê xwe rakir
Weqfa Êzidiyên Azad: Çarenivîsa hezar û 200 malbatên Êzidî ne diyar e
HSD: Çekdarên hikûmeta Şamê li Dêrezorê êrişî me kir
Îlham Ehmed: Medyaya Ereban bi awayekî sîstematîk Sûriyeyiyan li dijî hev sor dike
Neteweyên Yekgirtî: 190 hezar kes ji Helebê koçber bûne