Artêşa Îsraîlê midaxeleyî Fîloya Sumudê kir

.

Rayedarên Fîloya Sumudê ku bi armanca gihandina alîkariyê ji bo Xezeyê li Deryaya Spî ya Rojhilat di rê de ye, ragihand ku hinek keştiyên wan ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine rawestandin.

Li ser hesabê fîloyê yê platforma medyaya civakî Xê daxuyaniyek hat belavkirin û tê de wiha hat gotin:

"Keştiyên me di bin dorpêçeke neyasayî de ne. Kamera ji kar ketin û leşker li keştiyan siwar bûn."

Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku ji bo piştrastkirina ewlehî û rewşa hemû rêwiyên li ser keştiyan xebat tên kirin.

Hat ragihandin ku hêzên deryayî yên Îsraîlê keştiyên ku çalakvan tê de bûn yeke yeko dest danîne serê.

Li gorî ku çalakvanan ragihandiye, leşkerên Îsraîlê li keştiya pêşeng a fîloyê Alma û du keştiyên din ên bi navê Adara û Sirius siwar bûn.

Organîzatorên fîloyê diyar kir ku dema leşkerên Îsraîlê li keştiya Adarayê siwar bûne, çalakvanan telefonên xwe avêtine avê û wan kêliyan bi weşana zindî parve kirine.

Di dîmenên ku di dema bûyerê de hatine kişandin de, keştiyeke dewriyeyê ya hêzên deryayî yên Îsraîlê li nêzîkî keştiyên fîloyê tê dîtin.

Îsraîlê piştrastî da Wezîrê Îtalyayê

Li gorî medyaya Îsraîlê, Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihandiye ku di hevdîtina xwe ya bi rayedarê Îsraîlî Gideon Saar re de piştrastî wergirtiye ku leşker dê tundûtûjiyê bi kar neynin.

Hat diyarkirin ku fîlo niha nêzîkî 80 mîlên deryayî dûrî Xezeyê ye.

Li ser malpera Fîloya Sumudê ya ku agahiyên nû lê tên weşandin, tê dîtin ku 44 keştî di rê de ne.

Kurdistan Haberleri

PWK, Şaxa Merdînê serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî yê Merdînê Xetip Çelîk zîyaret kirin
Daxuyaniya damezrandina Kovara "Soryaz" a wêjeyî çandî
Çalakvana Durizî: Em hikûmeta Ehmed Şera red dikin û daxwaza serxwebûnê dikin
Rojhilat | Şanda PDK-Î beşdarî konferansa Çîn û Ewropayê bû
Li navça Erxenê gorên 12 hezar salî derketin ortê