Artêşa Iraqê li dora kampa Mexmûrê hendekan çêdike

.

Artêşa Iraqê 3 roj berê kampa Mexmûrê dorpêç kiribû û niha li dora kampê hendekan çêdike. Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Muhammed, ji bo Rûdawê ragihandiye ku artêşa Iraqê ji siba îro de dest bi çêkirina hendekan ya dora kampa Mexmûrê kiriye û weha dewam kiriye:

“Ti têkiliya vê biryarê û qeymeqamiya Mexmûrê bi hev tine. Biryar ji bo Iraq Mexmûrê bixe kontrola xwe û ala xwe li wê derê bipêlîne hatiye dayîn. Ji ber wê jî pêvajoya kolandina hendekan ji aliyê fermandariya hereketa Nînowayê (Mûsil) de tê meşandin.”

Qeza Mexmûrê ne bin îdara herêma Kurdistanê de ye û di destê Bexdayê de ye. Di 20 ê meha gulanê de heyetekî ji artêşa Iraqê bi hêzên asayîşê ve çûbû kampa Mexmûrê û 4 şertan dabû ber rêvebiriya Mexmûrê û xwestibû di nav 3 seetan de bersiva heyetê bidin. Şertên heyetê ev bûn:

- Dora kampê wê bi têlan bihata girtin,

- Asayîşa kampê wê ji aliyê artêşê û polîs de bihata temînkirin

- Tenê dê rêyekî ji bo çûnûhatina kampê hebe û bi baryerên beton bê girtin

- Polîsên xwecîh wê dagerin kampê.

Kesên di kampêde ew kesin ku disalên 90an de ji ber dewleta Tirkiyê reviyabûn û çûbûn li Mexmûrê bicîh bûbûn. Bi taybetî dewleta Tirkiyê wan ajotibû wê derê.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand