APIKURê ragihand ku ew amade ne “demildest” dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin lê bi şertê ku peymaneke nivîskî ji bo misogerkirina mafên wan ên darayî û rêzgirtina li peymanên wan ên yasayî hebe.
Komeleya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) da zanîn ku şirketên endam “kêfxweş in” ku ji bo destpêkirina hinardeya petrolê gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de zêde bûne û hêvîdar in di demeke nêzîk de bigihêjin armancê.
Li gorî daxuyaniyê, berî gotûbêjan şirketên endamên APIKURê û nûnerên şirketên din ên navneteweyî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin 12ê Tîrmehê bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê re civiyabûn.
Di civînê de, şirketên navneteweyî tekezî li ser wê yekê kir ku ew “amade ne demildest hinardeyê ji nû ve bidin destpêkirin heger peymanek were îmzekirin ku dayîna pereyê hinardeyê misoger bike, rêz li girêbestên wan ên yasayî yên di meriyetê de bigire û çareseriyekê ji bo mafên wan ên darayî bibîne.”
APIKURê eşkere kir ku divê dayîna pereyan “bilez û zelal be, ji aliyê şirketan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were qebûlkirin, pere jî neqd yan jî bi rêya radestkirina pişka petrolê be”.
Berdevkê Komeleya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins got:
“Şirketên endamên APIKURê dema ku peymaneke nivîskî were îmzekirin ku rêzê li girêbestên me yên li gorî yasayên navneteweyî hatine rêkxistin bigire amade ne hinardeyê ji nû ve bidin destpêkirin.”
Myles Caggins her wiha anî ziman:
“APIKURê her dem tekez kiriye ku divê rêz li peymanên endamên wê yên ji bo parvekirina berhemê were girtin.
Endamên me ti carî beşdarî civînên bi aliyên hikumî re nebûne ku tiştekî berovajî vê pêşniyar kiribin.”
Ev cara yekem e ku APIKUR piştî destpêkirina gotûbêjên dawî yên ji bo hinardekirina petrolê û çareserkirina pirsgirêka meaşan ên di navbera Bexda û Hewlêrê de helwesta xwe bi awayekî eşkere radigihîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di reşnivîsa çareseriyê ya ku pêşkêşî Bexdayê kiriye de li ser rewşa beşdariya şirketan pêşniyara radestkirina 217 hezar bermîlên petrolê yên rojane ji Bexdayê re kiriye.
Di rewşa ku şirket beşdar nebin de pêşniyar kiriye ku rojane 100 hezar bermîl petrol radest bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza 65 hezar bermîlan jî ji bo bikaranîna navxwe kiriye.
Niha asta berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê rojane 282 hezar bermîl e.