Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani bi telefonê axivîn.

Di pêwendiyê de bipêşketinên dawî yên li herêmê û bandor û encamên şer ên li ser ewlehî û aramiya herêmê û cîhanê hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî "bi tundî ew êrişa şeva borî ya li baregeha leşkerî ya Îtalyayê ya li Herêma Kurdistanê şermezar kiriye."

"Divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bîne"

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kiriye:

"Divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe ya di warê parastina nûneratiyên dîplomatîk û hêzên hevpeymanan de bi cih bîne.

Divê rê nede ku êdî komên ji qanûnê derketî asayîş û berjewendiyên welêt bixin metirsiyê."

Peyama piştgiriyê ya Îtalyayê

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî ew êriş şermezar kiriye.

Tajani tekez kir ku "welatê wî dê bi her awayî ji bo rûbirûbûna astengiyan û êrişên terorîstî, piştgirî û hevkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne."

Wezîrê Îtalî her wiha anî zimên ku ew dê ji bo parastina aştî û aramiyê hevkariya xwe ya hevpar bi pêş bixin.

Di dawiya pêwendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgirî û hevkariyên berdewam ên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin, spasiya Îtalyayê kir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha rola hêzên Îtalyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de bilind nirxand.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin
Şêwirmendê Sûdan'ê, Xeta borîya Kurdistanê girînge, lê cîyê Gewrîra Hurmizê nagire