Ano Cewher: Vatîkan û Îtalya wekî "mirovê aştiyê" li Serok Barzanî dinêrin

.

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, rayedarên Vatîkan û Îtalyayê Serok Barzanî wekî serokekî aştiyê dibînin û di hevdîtinê de giringiyeke mezin dane modela pêkvejiyanê ya Kurdistanê.

Ano Cewher ê ku di şandeya ligel Serok Barzanî de ye, der barê hevdîtina li Vatîkanê de diyar kir, Serok Barzanî wekî "serokê netewe û nîştimanekê" serdana Papayê Vatîkanê kiriye û ji aliyê Qedasetê Papa ve bi awayekî dîrokî hatiye pêşwazîkirin.

Ano Cewher eşkere kir, di navbera Serok Barzanî û Papayê Vatîkanê de hevdîtineke taybet a dualî pêk hatiye û ev civîn demeke dirêj berdewam kiriye. Cewher got: "Desthilatdarên Vatîkan û Îtalyayê wekî 'mirovê aştiyê' li Serok Barzanî dinêrin û ji bo rola wî ya li herêmê rêzeke mezin nîşan didin."

Li gorî Cewher, di civînê de mijara herî giring a ku li ser hatiye sekinandin, çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê bûye. Rayedarên Vatîkanê pêzanînên xwe ji bo parastina pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê anîne ziman.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ano Cewher ragihand, serdana Serok Barzanî berdewam dike û di rojên pêş de dê çendîn hevdîtinên din ên giring ligel rayedarên payebilind bêne encamdan.

K24

Kurdistan Haberleri

Brîtanya: Me ji Şamê xwestiye ku mafên Kurd û pêkhateyan nas bike
Serok Mesûd Barzanî: Ji bo parastina kerameta Kurdan em amade ne her tiştî bikin
Serok Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê re civiya
Parlemana Lokzamborgê spaha pasdaran bi terorîst nas kir
Rêjîma Îranê tenê li heyva Befranbarê de zêdetir ji 345 girtî bidar vekirine