Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Mesîhî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji ber siyaseta hekîmane ya gel û serokatiya xwe ezmûneka bêwêne û garantiyeka rastîn e bo parastin û mana Mesîhiyetan li Rojhilata Navîn.
Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Mesîhî li Iraq û Herêma Kurdistanê Ano Cewher Ebdoka îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) tevlî karên Gera 33ê ya Civîna Giştî ya Komeleya Parlamenî ya Navdewletî ya Ortodoksan bû, ku li Helsînkî ya paytexta Fînlandayê bi rê ve çû.
Gera 33ê ya Civîna Giştî ya Komeleya Parlamenî ya Navdewletî ya Ortodoksan di bin dirûşma «Civak û Kêmaniyên Mesîhî di dema qeyranan de: Peywendiyên di navbera civak, dewlet û dêrê de.. astengî û nexweşî» hat lidarxistin.
Ebdoka di gotarekê de li beramberî nûnerên zêdetirî 26 welatên cîhanê, parlamenteran, kesatiyên hikûmî û rêberên dêran, bi hûrgilî rewşa Mesîhiyan li Rojhilata Navîn û pirsa xweragiriya civakên wê yên resen şirove kir. Wî tekez jî kir ku yek ji diyartirîn modelên vê xweragiriyê îro li Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Siyaseta mirovî û deryên vekirî li hember awareyan
Ebdoka di gotara xwe de ragihand: "Mezintirîn wêneya vê xweragiriyê îro li Herêma Kurdistanê diyar dibe. Çaxê tarîstana DAIŞê dever dagir kir û civak rûbirûyî metirsiya jenosîdê bûn, Kurdistanê bêyî cudahî deriyên xwe li ber awareyan vekirin û pêşwazî li zêdetirî 120 hezar Mesîhiyên kir, ku tiştek di destê wan de tune bû, ji bilî bawerî, bîranîn û hêviya dîtina devereka tena."
Navborî bal kişand ser helwêsta dîrokî û exlaqî ya Serok Mesûd Barzanî di wê qonaxa hesas de, ku wek şirîkên rastîn di nîştiman de li Mesîhiyan nêrî, ne mîna mêvan an bargiraniyekê.
Wî gotina nemir a Serok Barzanî bibîr anî, ku arasteyî serokatiya dêrê kirib; «An em dê bi hev re bijîn û bi hev re şer bikin, an jî em dê bi hev re bimirin pêxemetî berevanîkirina ji azadî û rûmeta xwe». Wî tekez jî kir ku ev gotin ne tenê gotareka siyasî bû, belkî di nav qeyranan de bo malbatên Mesîhî çavkaniya bawerî û piştrastbûnê bû.
Pêşxistin di kabîneyên nû de û nimûneya Enkawayê
Di pişkeka din a axaftina xwe de, Ebdoka behsa rewşa îro ya Mesîhiyan li Herêma Kurdistanê kir û pesna dîtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî kir, ku tê de tekez li ser wê yekê tê kirin ku tenê "parastin" ne bes e, belkî divê kar bo "pêşxistin û bihêzkirina" pêkhateyan jî bê kirin, daku li ser axa bav û kalên xwe mezin bibin.
Wezîr ron jî kir ku ev stratejiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi riya piştgirîkirina avakirina dêran, terxanbûna erdî bo wan, karkirina zêdetirî 50 dibistanên hikûmî bi zimanê Suryanî bo zêdetirî 6 hezar şagirdan, û çalakiyên Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Suryanî bo parastina dîrok û keleporê deverê tê dîtin, tevî dabînkirina projeyên xwecihbûnê bo ciwanan daku rê li ber koçberiyê bê girtin.
Ebdoka bal kişand ser "Roja Nimêja Nîştimanî li Kurdistanê", wek nîşaneyeka zindî ya baweriya gel û serokatiya Kurdistanê bi nirxên pêkvejiyanê. Wî navê bajarokê "Enkawa"yê jî wek belgeyeka dîrokî anî û got: "Enkawa, ku di sala 1991ê de tenê du dêr lê hebûn, îro di bin siya alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, xwediya 17 dêr û dezgehên dêrê ye, ligel zanîngeh, nexweşxane, dibistan û gelek dezgehên xêrxwazî û mirovî yên girêdayî dêrê."
Di dawiya gotara xwe de, Ano Cewher tekez kir ku peyama Herêma Kurdistanê ron e û paşeroja Mesîhiyan li Iraqê nabe ku tenê di koçberbûna berdewam de bê kurtkirin, belkî divê li ser bingeha "welatîbûneka çalak û wekhev" bê avakirin.
Kesên ku tevlî kongreya Helsînkî bûne, di çarçoveya danûstandinên xwe yên ligel Wezîr Ano Cewher Ebdoka de, ecêbmana xwe bo modela serkeftî ya pêkvejiyanê û pirrengiya dînî li Herêma Kurdistanê diyar kir û wek ezmûneka zengîn û pêşeng li ser asta Rojhilata Navîn nirxand.
(K24)