Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir

.

Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandanek li dar xist.

Alîgirên Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye li bajarê Amûdê yê Rojavayê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşanderan daxwaza azadkirina girtiyên siyasî, çalakvan û rojnamegerên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de kir.

Di xwepêşandanê de hat xwestin ku hunermend Nasir Caro jî were berdan.

Hunermend Nasir Caro 21ê nîsanê ji aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin û heta niha jî nehatiye berdan.

Endama Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye Zekiye Resûlê di xwepêşandanê de axaftinek kir û got:

“PYDyê û alîgirên wê Nasir Caro. Ew di salên 90î de diçû li paytexta Beasê diçû ber deriyê serokatiya rejîmê û serokatiyên wezîrên wê.

Ji wê rojê ve Nasir Caro mil bi mil bi hevalên xwe re dilsoz û bi hesteke neteweyê alîkarî dikir.

Îro mixabin em dibînin bi destê birayên me tê desteserkirin û girtin.

Herwiha gelek kiryarên çewt û xirab li miletê me yê sivîl tên kirin.

Zarokan ji dibistan û hembêzên dayikan direvînin.

Bi leşkeriya neçar a di ber deverên wekî Reqa û Dêrezorê de mixabin keç û xortên me têne kuştin.”

Kurdistan Haberleri

Feysel Yûsif: Divê Kurd bibin beşek ji avakirina Sûriyeyê
Pêwendiyên dîrokî yên Kurdistan û Fransayê: Peykerê Charles de Gaulle li Hewlêrê ye
Mucteba Xamineyî li ser peymana bi Amerîkayê re peyamek belav kir
WAN - ‘Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê’ dest pê kir: 40 weşanxane li wir in
Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot li Parîsê civiyan