Amnestyê ji Tirkiyê xwest bûyerên windakirin û revandinan ronî bike

.

 Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku di van salên dawî de li Tirkiyê bûyerên revandin û windakirinê zêde bûne û ji rayedarên Tirkiyê xwest wan bûyeran ronî bike.

Amnestyê diyar kir ku lêpirsîn û zelalkirina bûyeran erkê dewletê ye û windakirina bi zorê li gorî hiqûqa navdewletî tawan e.

Rêvebera Amnesty Milena Burum ji medya Almanyayê re ragihand, di salên dawî de li Tirkiyê bûyerên cuda yên gumanbar ên windakirina bi zorê hatine dîtin û got: “Lêpirsîn û ronîkirina van bûyeran berpirsyariya dewletê ye.”

Milena Buyum da zanîn, Tirkiyê peymana navdewletî ya derbarê windakirina cebrî de îmze nekiriye, lê divê ew jî pabendî qedexeya windakirina cebrî be û van bûyeran zelal bike, ji ber ev yek li gorî hiqûqa navdewletî tawan e.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin