Amerîkayê welatiyên xwe yên li Iraqê hişyar kir

Balozxaneya Amerîka ya li Iraqê welatiyên xwe yên li Iraqê di rojên Aşûra de û karmendên Balozxaneya li Besrayê jî ji her tevgerekê hişyar dike.

Balozxaneya Amerîka ya li Iraqê bi daxuyaniyekê ku li malpera xwe ya fermî belav kir, daxwaz ji welatiyên xwe yên li Iraqê dimînin di rojên Aşûrayê de bi taybet di rojên 18ê ta roja 21ê vê mehê de tevgerên xwe sînordar bikin.

Herwiha baloyzxaneya Amerîkî diyar kir, xwepêşandan û mangirtinên li Besrayê tundûtûjî tê de rû didin ku hejmarek ji xwepêşander û endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û  birîndarkirin, loma karmendên xwe yên li Besrayê ji her tevgerekê hişyar kir.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin