Amerîkayê sîstemên parastina asmanî şandin Rojavayê Kurdistanê

.

Amerîkayê doh û îro sîstemên parastina asmanî û hinek çekên din şandin Rojavayê Kurdistanê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) baregehên xwe yên li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê bi çek û amûrên nû yên leşkerî bi hêz dike.

Li gorî SOHRê, balafireke barkêş a Amerîkayê li baregeha asmanî ya Xerab El-Cîrê ya li gundewarê Rimêlanê ya li bakurê Hisîçayê daniye.

Wê balafirê alîkariyên leşkerî, amûrên lojîstîk, çek û cîhazên elektronîk ên pêşketî veguhastine baregehê.

Di dema daketina balafirê de, helîkoptereke şer ji bo parastinê li ser asmanê baregehê geriyaye.

SOHRê her wiha da zanîn ku doh jî karwanekî leşkerî û lojîstîk ê Koalîsyonê ku ji 20 kamyonan pêk dihat, gihiştibû baregeha Qesrikê ya li bakurê Hisîçayê.

Di nava wî karwanî de tankerên sotemeniyê, sindoqên girtî û wesayîtên leşkerî hebûn.

Hat diyarkirin ku li gel gihiştina karwan, balafireke barkêş a Amerîkayê ya ku radar, sîstemên parastina asmanî û leşkerên Koalîsyonê tê de bûn li heman baregehê danîbû.

Di dema daketina wê balafirê de jî helîkopter li asmanê herêmê geriyane.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike