Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêleke nû ya êrişan li ser Îranê bi dawî kiriye û li derdora Tengava Hurmizê û herêmên qeraxê yên Îranê bi dehan xalên leşkerî kirine hedef.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, operasyon 14ê Tîrmehê saet 22:00yan (bi dema Amerîkayê) bi dawî bûye.
CENTCOM diyar kir ku balafirên şer, dron û keştiyên şer ên Amerîkayê di operasyoneke 7 saetan de cihên mûşek û dronan, şiyana deryayî û pergalên parastina qeraxê yên Îranê bi kirine hedef.
Dorpêça deryayî ya li ser benderan
CENTCOMê diyar kir ku armanca êrişan lawazkirina şiyana Îranê ye da ku metirsiyê li ser keştiyên bazirganiyê û karmendên deryayî yên sivîl e çêneke.
Amerîkayê ragihandibû ku wan dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê ducare daye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê, vê dorpêç 14ê Tîrmehê demjimêr 16:00an dest pê kiriye.
CENTCOMê got ku “Hêzên Amerîkayê di amadebaşiyê de ne, ji bo bikaranîna hêza kujende amade ne û ji bo bicihkirina fermanên Fermandarê Giştî amade ne."
Li Îlamê li tesîseke avê hat xistin
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê tesîseke hilberîna avê bûye hedefa 3 mûşekan.
Di nûçeyê de hat gotin, "Li nêzîkî gundekî navçeya Mûsiyanê ya parêzgeha Îlamê, tesîseke ava vexwarinê ji aliyê dijmin ve bi 3 mûşekan bû hedef" lê li ser encamên êrişê agahiyên pirtir nehatin dayîn.
Gefên Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku êrişên li ser Îranê dê di rojên pêşiya me de berdewam bikin û gurtir bibin.
Trump hişyarî da ku eger birêvebiriya Tehranê venegere ser maseya dan û standinê, ew dê ji hefteya bê û pê ve santralên elektrîkê û pirên Îranê jî bikin hedef.
Îranê serî li Neteweyên Yekbûyî da
Îranê bi rêya nameyekê ji Neteweyên Yekbûyî re Amerîka bi binpêkirina Peymana Îslamabadê ya ku bi navbeynkariya Pakistanê hatibû îmzekirin û kirina "sûcên şer" tohmetbar kir.
Aloziya di navbera her du welatan de di rojên dawî de ji ber Tengava Hurmizê ducare gurtir bûye û her du alî êrişên li ser hevdû didomînin.