Amerîkayê leşker, çek û dron şandin Rojavayê Kurdistanê

.

Artêşa Amerîkayê di hefteya dawî de bi rêya bejahî û hewayî ji bo baregehên xwe yên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê leşker û çek şandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, artêşa Amerîkayê bi balafirên kargoyê leşker û amûrên nû şandin baregehên xwe yên li parêzgeha Hesekê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser de.

Bi rêya hewayî leşker û dron şandin

Roja 24 û 27ê vê mehê 3 balafirên kargoyê yên leşkerî yên Amerîkayê li baregeha Rimêlanê ya Hesekê danîn.

Hat diyarkirin ku di balafira roja 24ê mehê de amûrên pêwendiyê û balafirên bêmirov (dron) hebûn.

Her du balafirên ku sê roj şûnde hatin jî, li gel 22 leşkeran amûrên teknîkî û amûrên sîstemên şopandina cografî û diyarkirina cihan ên bi rêya peykê (satelît) veguhestin.

Bi rêya bejahî jî karwaneke lojîstîk şandin

Li rexê din, di hefteya dawî de karwaneke lojîstîk a ku ji 27 wesayîtan pêk dihat, ji Deriyê Sînorî yê Welîdê yê Îraqê derbas bû û gihişte baregeha li gundê Qesrikê ku bûye yek ji baregehên sereke yên Amerîkayê li Hesekê.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack di daxuyaniya xwe ya Hezîrana 2025an de wiha gotibû:

“Li Sûriyeyê baregehên me yên leşkerî kêm bûn. (Hejmara baregehên Amerîkayê) ji 8an daket, dê dakeve 5, 3 û di dawiyê de jî 1ê.”

Siyaset Haberleri

AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin
Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir
Donald Trump li ser êrişên Îsraîlê axivî
Heyder Şeşo: Divê Êzidî bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinê bibin