Amerîkayê ji bo Îranê hişyarî da Çînê: Wê Washington wan neçar bike

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser mijara sepandina sizayên li Îranê hişyarî da welatê Çînê û diyar kir, ew ê ji binpêkirinan berpirsiyar be û got, wê Washington wan neçar bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser mijara sepandina sizayên li Îranê hişyarî da welatê Çînê û diyar kir, ew ê ji binpêkirinan berpirsiyar be û got, wê Washington wan neçar bike.

Mike Pompeo da xuyakirin ku yek ji dewletên dixwaze çekan bifiroşe Îranê, Çîn e û ew ê jê pereyekî zêde qezenc bike û wê Çîn jî hin pergalên çekan ji Îranê bikire, divê  bê qedexekirin.

Pompeo wiha got: "Heger Çîn sîstema sizayên li dijî Îranê binpê bike, wê Washington wan neçarî berpirsyariyê bike, lewra Îran û Çîn mafên mirovan binpê dikin."

Pompeo eşkere kir ku tê texmînkirin cezayên navneteweyî di payîza bê de li dijî Îranê bên ferzkirin, dê bi wê re jî derfeta danûstandinê ya di navbera Çîn û Îranê de kêm bibe.

Pompeo hefteya borî jî gotibû, Washington bi israr e hesab ji Îranê bixwaze û kiryayên wê yên tevliheviya li herêmê rawestîne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin