Amerîkayê Iraq 45 rojan ji hawirdekirina gaza Îranê efû kir

Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê ragihand, Iraq bi awayekî demkî 45 rojan ji hawirdekirina gaza Îranê hatiye efûkirin.

Di vîdeoyeke li ser hesabê Facebook a Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê de hat gotin: “Amerîka, Iraq bi awayekî demkî bo 45 rojan ji hawirdekirina gaza Îranê efû kiriye.”

 

Di vîdeoyê de hinek rayedarên balyozxaneyê bi Erebî diaxivin û dibêjin: “Cezayên Amerîkayê ne xelkê, reftarên rejîma Îranê dikin armanc.”

 

Iraq bo sotemeniya santralên karebayê gazê ji Îranê hawirde dike.

 

Dîrektorê Plansaziya Polîtîkayên Wezareta Derve ya Amerîkayê Brian Hook di 5ê Mijdara 2018a de diyar kiribû, ku Iraq ji cezayên Amerîka yên li ser Îranê hatiye efûkirin.

 

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî beriya çend rojan anîbû ziman, ku welatî wî ji cezayên Amerîka yên li ser Îranê hatiye efûkirin, ji ber ku welatî wî di gengeşiyên herêmî de bêalî ye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin