Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê

.

 Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê di daxuyaniyekê de hişyarî da welatiyên xwe û daxwaz kir ku xwe ji cihên xwenîşandan û kombûnan dûr bigirin.

Di daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê de hat diyarkirin ku ew çavdêriya bangawaziyên xwenîşandanan dikin ku îro dê li Hewlêr û deverên din ên Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê

Armanca van xwenîşandanan piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ye.

Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku şeva duşemê bi sedan kes li pêşiya konsulxaneyê kom bûn û xwestin Amerîka zextê bike da ku êrişên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û komên nêzîkî wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

"Dibe ku veguherin tundiyê"

Konsulxaneyê hişyarî da û got, "Ev cure xwenîşandan dikarin bi lez berfireh bibin û veguherin tundiyê."

Her wiha hat destnîşankirin ku dibe xwenîşandan bibin sedema astengkirina hatûçûn û xizmetguzariyan.

Asta 4emîn: Geştê nekin

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hişyariya Amerîkayê ya ji bo geştkirina Îraqê di "Asta 4emîn" de maye ku dibêje "Geştê neke".

Sedema vê yekê jî “metirsiyên teror, revandin, pevçûnên çekdarî û bêîstîqrariyê ne.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku xwe ji cihên xwenîşandanan dûr bigirin, hay ji derdora xwe hebin, xwe nedin pêş û ji bo agahiyên dawî medyaya xwecihî bişopînin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike
HSDyê li ser agirbestê daxuyanî da
Tom Barrack: Erkê HSDyê bi dawî hatiye
Serok Barzanî: Zererdîtina Rojava bi ti awayî nayê qebûlkirin
HSD û Şamê li ser peymaneke nû li hev kir