Amerîkayê hişyarî da Iraqê: Li hemberî êrîşên Îsraîlê hişyar bin

.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lîderên Şie û hikûmeta Iraqê derbarê egera êrîşên Îsraîlê yên li ser axa welêt hişyar kir. Amerîkayê bi rêya nameyekê daxwaz ji aliyên siyasî û komên hevrêziyê yên Iraqê kir ku li hemberî êrîşên mihtemel ên Îsraîlê baldar bin.

Di nameyê de fikarên cidî yên Waşingtonê li ser zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên li dijî komên çekdar ên li herêmê hatin ziman. Di nameyê de hat destnîşankirin ku heke ev êrîş berdewam bikin, Îsraîl dikare operasyonên xwe berfirehtir bike û rasterast li Îraqê hin armancan bike hedef.

Ev hişyarî yekser piştî serdana Serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şîa Sûdanî, bo Qeterê hat. Serdana Sûdanî weke hewlekê ji bo xurtkirina hevgirtina di navbera welatên Ereb û Îslamî de û parastina Iraqê ji aloziyên herêmî hatibû şîrovekirin.

Ev name weke peyameke rasterast û hişyariyeke cidî tê dîtin. Herweha, berpirsên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî bi awayekî devkî heman peyam ji aliyên Iraqî re ragihandine û tekezî li ser wê yekê kirine ku divê Iraq xwe ji êrîşan biparêze. Ev pêşhat di demekê de ye ku tengezariya di navbera Îsraîl û komên çekdar ên alîgirên Îranê de li herêmê di asta herî bilind de ye.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên